
Li Farqînê di "Şikefta Ecnebiyan" de gelek serê mirovan û hestî hatin dîtin
Di şikefta sê qatî ya li gundewarê Farqînê de bermahiyên mirovan, şopên guleyan û şopên şewatê derketin holê.
Li navçeya Farqînê ya Amedê, di şikefteke sê qatî de ku ji aliyê xelkê herêmê ve wekî "Şikefta Ecnebiyan" tê binavkirin, gelek serê mirovan û bi sedan hestî hatin dîtin. Di qata yekem de çend serê mirovan û hestî hatin tespîtkirin, di qata duyem de jî li devereke tarî ya ku tîrêja rojê nagihêjê, di navbera 15-20 serê mirovan û bi sedan hestî hebûn. Hin serê mirovan şopên guleyan nîşan didin, li ser hin hestiyan jî şopên şewatê hatin tespîtkirin; tê nirxandin ku serê biçûk ên mirovan dibe ku aîdê zarokan bin.
Heyetek ji nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Amedê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Amedê, di 19ê Mijdarê de şikeft lêkolîn kir û daxwaza ronîkirina bûyerê ji dozgeriyê kir. Heyetê piştî meşeke nêzî 45-50 deqeyan, bi alîkariya benekî 50 metre dirêj ji deriyê teng daket şikeftê û sê qatên cuda lêkolîn kir. Di qata duyem de kevirên reşbûyî û şopên şewatê yên ku dibe ji ber agir an jî teqemeniyê çêbûbin, hatin dîtin.
Hat ragihandin ku di qata sêyem a şikeftê de asta oksîjenê gelek kêm e; li wir jî hestiyên mirovan hatin dîtin. Di lêkolînên li herêmê de qutiyeke vexwarinê ya ku hêj nehatiye xerabûn jî hat dîtin.
Çavkanî: Diyarbakır Söz