Rojev

Li Farqînê di encama lihevketina du wesayîtan de kesek birîndar bû
Li navçeya Farqînê ya Amedê, di encama lihevketina du wesayîtan de kesek birîndar bû.
Li navçeya Farqînê ya Amedê, li ser rêya TOKÎ ya Taxa Selahedîn du wesayîtên ku di rê de bûn li hev qelibîn. Ji ber bandora lêdanê zirar gihîşt wesayîtan.
Di qezayê de kesek birîndar bû. Li ser agahdarkirina welatiyên derdorê, tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê bûn. Birîndar, piştî destwerdana ewil a tîmên tenduristiyê bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê ya Dr. Yûsûf Ezîzoglû.
Tîmên polîsan derbarê qezayê de lêpirsîn dan destpêkirin.
Çavkanî: Tigris Haber