
WMS: Leşkerekî li sînorê Colemêrgê di dema derbasbûna neyasayî de bi guleya Îranê jiyana xwe ji dest da
Leşkerê Peyade yê Peymandar Yusuf Sait Unlu, li sînorê Colemêrg-Geverê di encama gulebarana ji aliyê Îranê ve jiyana xwe ji dest da.
Wezareta Berevaniya Neteweyî ya Tirkiyeyê ragihand ku Leşkerê Peyade yê Peymandar Yusuf Sait Unlu di 31ê Cotmeha 2026an de li herêma berpirsyariya Qereqola Sînor a Engin Mayin a navçeya Geverê ya Colemêrgê, di dema destwerdana li hember derbasbûna neyasayî de, di encama gulebarana ku tê nirxandin ji aliyê Îranê ve hatiye kirin, jiyana xwe ji dest daye.
Wezaretê daxuyand ku piştî bûyerê demildest lêpirsîna dadî û îdarî hatiye destpêkirin û di 3ê Mijdara 2026an de li cihê bûyerê bi rayedarên Îranê re hevdîtin hatiye kirin. Hat diyarkirin ku rayedarên Îranê jî derbarê heman mijarê de lêpirsîna dadî û îdarî dane destpêkirin û her du alî bi hevahengî dixebitin.
Cenazeyê leşker Yusuf Sait Unlu li navçeya Çine ya bajarê Aydinê ku cihê jidayikbûna wî ye, hat veşartin.
Çavkanî: Rûdaw