
Şaredariya Şirnexê 10 MW santrala enerjiya rojê bi 133 milyon lîreyî ava dike
Şaredariya Şirnexê li taxên Kumçatî û Aşaği bi veberhênana 133 milyon lîreyî, santraleke enerjiya rojê ya bi kapasîteya 10 MW ava dike.
Şaredariya Şirnexê plan dike ku li taxên Kumçatî û Aşaği santraleke enerjiya rojê (GES) ya bi hêza 10 megawat (MW) ava bike. Proje wê li ser qadeke 115 hezar metreçargoşe were pêkanîn û pêwîstiya wê bi veberhênana nêzî 133 milyon lîreyî heye.
Di santralê de 20 hezar û 150 panelên rojê yên bi kapasîteya 595 Wp û 34 înverterên bi hêza 300 kW wê bên bikaranîn. Tê payîn ku ev tesîsa ku bi teknolojiya hucreya rojê ya yek-krîstalî hatiye avakirin, salane nêzî 19,8 milyon kîlovatsaat (kWh) elektrîkê hilberîne.
Elektrîka ku tê hilberandin, di çarçoveya Rêziknameya Hilberîna Elektrîkê ya Bêlîsans de bi xerckirina şaredariyê re wê were hevsengkirin û bi vî awayî wê beşdarî dabînkirina pêdiviya enerjiyê ya şaredariyê bibe.
Çavkanî: Şırnak Ajans