
Li Beşebab a Şirnexê Ajaldar li Dijî Befra Zû Têkoşînê Dikin
Li navçeya Beşebab a Şirnexê, ajaldar ber ew befra ku zû bariya, heywanên xwe birin gux û tewlan û ketin nav karekî dijwar ê zivistanê.
Sarkirina hewayê li Şirnexê, li gundên zozanan bû sedema barîna befrê. Ajaldarên li zozanê Faraşînê yê li ser gundê Yeşilözê yê navçeya Beşebabê, îsal ji ber befra ku zû bariya ketin rewşeke dijwar.
Bi barîna befra yekem a werzê li zozanê ku bilindahiya wî 2.650 metre ye, keriyê pez ê ku li çêregehê diçêriya di nav befrê de ma. Bi alîkariya gundiyan, heywanên hûr hatin xwarê û li tewlan hatin biyakirin. Li derve jî kayê belav kirin û dest bi meşandina heywanan kirin.
Welatiyê bi navê Mazlum Aslan got ku di mehên zivistanê yên zû hatine de ew zêde zehmetiyê dikişînin. Aslan got: "Bi barîna befrê re me heywanên xwe anîn tewlan, befra yekem a salê îsal zû bariya. Êdî karê me yê dijwar ê zivistanê dest pê kir."
Çavkanî: Kurdistan24