Rojev

Li Şirnexê bi Bernameya Lihevanîna Hêza Kar 3 Hezar Derfetên Kar hatin pesendkirin
Parlamenterê AK Partiyê yê Şirnexê Arslan Tatar, ragihand ku ji bo 3 hezar kesan derfetên nû yên kar hatine pesendkirin.
Parlamenterê AK Partiyê yê Şirnexê Arslan Tatar, da zanîn ku di çarçoveya Bernameya Lihevanîna Hêza Kar (İUP) de, ji bo li navenda bajarê Şirnexê û hemû navçeyan bê cîbicîkirin, 3 hezar derfetên nû yên kar hatine pesendkirin.
Tatar di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev derfet dê li seranserê Şirnexê tevkariyê li istihdamê bike û spasiya Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî Prof. Dr. Vedat Işikhan kir ji bo piştgiriya wî.
Tê payîn ku ev derfetên nû, li gel navenda Şirnexê, li navçeyên Silopiya, Cizîr, Hezex, Qilaban, Elkê û Basanê jî istihdamê zêde bike.
Çavkanî: Habur Gündem