
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Di sala 2027an de 120 milyar dînar ji Bexdayê re nayê şandin
Pêşewa Hewramanî ragihand ku di çarçoveya alîkariya mexdûrên lehiya Hewlêrê û rêkxistina nû ya budçeyê de, di sala 2027an de 120 milyar dînar ji Bexdayê re nayê şandin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî, roja Sêşemê 10ê Mijdara 2026an di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê diyar kir ku navê hemû mexdûrên lehiya dawî ya li Hewlêrê hatine tomarkirin û ji bo qerebûkirina ziyanên wan alîkarî dê bê kirin. Karên tespîtkirina ziyan û hejmartinê ji aliyê Odeya Operasyonan a Parêzgeha Hewlêrê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve tên meşandin.
Hewramanî tekez kir ku di demek kurt de zêdetirî 80 milîmetre baran bandoreke neyînî li herêmê kiriye, her wiha got ku her cure kêmxemiya ku çêbûbe dê bê lêkolînkirin û berpirs dê rûbirûyê cezayên yasayî bibin.
Di hevdîtina di navbera Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî de, hat ragihandin ku dayîna mûçeyên du mehên niha dê bi heman awayî berdewam bike, lê ji bo sala bê li ser sîstemeke nû lihevhatin hatiye kirin ku tê de 120 milyar dînar ji Bexdayê re nayê şandin.
Hewramanî da zanîn ku Barzanî di pêşnûmeya yasaya budçeyê de mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, bi taybetî mijarên birîna xercên serwerî û nedana budçeya projeyên herêmî bi hûrgilî pêşkêşî rêveberiya Bexdayê kiriye û Serokwezîrê Iraqê daxwazên wan bi têgihiştin pêşwazî kiriye, bi vî awayî di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser dahatên navxweyî û mûçeyan lihevkirineke erênî hatiye bidestxistin.
Çavkanî: Kurdistan24