
Sebah Numan: Rêyên Sereke yên li Curf el-Seherê wê di demek nêz de bên vekirin
Hêzên Çekdar ên Iraqê ragihand ku piştî tedbîrên ewlehiyê, rêyên sereke yên li devera Curf el-Seher a parêzgeha Babîlê wê ji bo hatûçûnê bên vekirin.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Numan ragihand ku di çarçoveya tedbîrên nû yên ewlehiyê de, hejmarek rêyên sereke yên li devera Curf el-Seher a ser bi parêzgeha Babîlê ve, wê ji nû ve ji bo hatûçûnê bên vekirin. Numan ku daxuyaniya xwe da çapemeniya welat, diyar kir ku ev gav wê di bin çavdêrî û koordînasyona Ofîsa Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar de bên avêtin.
Numan eşkere kir ku yekîneyên leşkerî yên li herêmê ji nû ve hatine belavkirin, qadên berpirsyariyê yên di navbera Heşdî Şebî, polîsên federal û artêşa Iraqê de hatine diyarkirin û parastina boriyên petrolê jî ji bo polîsên enerjiyê hatiye hiştin. Her wiha anî ziman ku alayeke sabît a girêdayî Yekîneya Dij-Terorê wê wekî hêza yedek amade be û ji bo çavdêriya çalakiyên yekîneyên ewlehiyê jî baregeheke kontrolê hatiye avakirin.
Nexşerêya vekirina rêyên sereke bi vî awayî hatiye plankirin: Pêşî bicihkirina yekîneyên ewlehiyê û diyarkirina qadên berpirsyariyê, piştre jî vekirina rêyên girîng ên ku herêmê bi nahiyeya Emîriyet el-Felluce, Bexda û Enbarê ve girêdide. Numan tekez kir ku ev tedbîr ne tenê bi aliyê ewlehiyê ve sînordar in, di heman demê de xizmetguzarî û projeyên stratejîk ên ku wê beşdariyê li geşepêdan û xurtkirina îstiqrara herêmê bikin jî dihewîne. Cihê stratejîk ê Curf el-Seherê ku çar parêzgehan bi hev ve girêdide, bi binesaziya çandinî, pîşesazî û boriyên petrolê derfetên girîng ên aborî pêşkêş dike.
Çavkanî: Kurdistan24