
Li Şaredariya Sûrê 37 kirîn di bin çavdêriyê de ne
Dîwana Hesaban (Sayıştay) di rapora xwe de diyar kir ku 37 kirînên li Şaredariya Navçeya Sûrê li dijî qanûna îhaleyan hatine kirin.
Dîwana Hesaban di rapora çavdêriyê ya sala 2025an a Şaredariya Navçeya Sûrê ya Amedê de, cih da dîtinên derbarê 37 kirînan, pêvajoyên îhaleyan, tayînkirina midûran û lêçûnên veberhênanê.
Li gorî raporê, ji 26 midûriyan tenê li 2 midûriyan midûrên bi esalet hene; 18 midûrî bi wekalet û 6 midûrî jî bi tedwîr tên birêvebirin. Cîgirên şaredar jî di midûriyên agahdarî, xizmetên darayî, çand û huner, karên civakî û dahatan de bi wekalet kar dikin.
Hat tespîtkirin ku kirîn bi awayekî hatine parçekirin ku di bin sînorên pereyî yên pêdiviyan de bimînin. Kereyên wekî kevirên parkeyê, kîsikên çopê, alavên komputerê, lastîkên wesayîtan û alavên avahîsaziyê bi rêbaza temînkirina rasterast hatine kirîn.
Lêçûnên veberhênanê ku di sala 2023an de 77,2 milyon lîre bûn, di sala 2025an de daketin 6,2 milyon lîreyî. Ji bo sala 2025an 160,6 milyon lîre budçeya veberhênanê hatibû veqetandin, lê tenê ji sedî 3,89ê wê hatiye bikaranîn. Her wiha hat ragihandin ku li Şaredariya Sûrê yekîneya çavdêriya navxweyî û çavdêrê navxweyî nîne.
Çavkanî: Diyarbakır Söz