
Li Şaredariya Surê Rapora Dîwana Jihemaran: Veberhênan %92 Kêm Bûn, 37 Binpêkirinên Kirînê Hene
Rapora Dîwana Jihemaran binpêkirinên di pêvajoyên kirînê yên Şaredariya Surê û kêmbona %92 di budceya veberhênanê de derxist holê.
Di rapora kontrolê ya sala 2025an a Dîwana Jihemaran de, li Şaredariya Surê ya Diyarbekirê 37 kiryarên kirînê hatin tespîtkirin. Ev kirîn tiştên wekî kevirên parkeyê, poşetên çopê, kelûpelên komputerê, tekerên wesayîtan û kelûpelên avahiyê digirin nav xwe. Hat diyar kirin ku li dijî qanûna îhaleyan, ev pêdivî hatine parçekirin da ku di bin sînorê dravî de bimînin û bi rêya peydakirina rasterast hatine kirin.
Di rapora li ser avahiya îdarî ya şaredariyê de hat diyar kirin ku ji 26 midûriyetan tenê du midûriyet ji aliyê midûrên esîl ve tên birêvebirin. Hat destnîşankirin ku 18 midûriyet bi wekalet û 6 midûriyet jî bi tedbîrî tên meşandin. Her weha hat tomarkirin ku cîgirên serokê şaredariyê jî di midûriyetên karên agahdariyê, xizmetên darayî, kultur û huner, karên civakî û dahatan de bi wekalet erk dikin.
Gava ku li mezaxtinên veberhênanê tê mezekirin, mezaxtina ku di sala 2023an de 77,2 milyon lîre bû, di sala 2024an de daket 15,8 milyon lîreyî û di sala 2025an de jî daket 6,2 milyon lîreyî. Bi vê yekê di heyama du salan de %92 kêm bûn çêbû. Ji pişka veberhênanê ya sala 2025an ku 160,6 milyon lîre bû, tenê %3,89 hat bikaranîn.
Raporê bal kişand ser maddeyên 86 û 175an ên Qanûna Memûrên Dewletê ya bi jimara 657an û bîr xist ku ev madde di bin hin mercan de destûrê didin ku heqê wekaletê bê danê.
Çavkanî: Amed TV