
Li Pirsûsê agirê ku di depoya daran de derket, bi destê tîmên agirkujiyê hat kontrolkirin
Li taxa Remelê ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê, agirê ku di depoya daran a li ser banî de derketibû, bi destê tîmên agirkujiyê, tenduristiyê û polîsan hat vemirandin.
Li taxa Remelê (Yenişehir) ya girêdayî navçeya Pirsûsê ya Rihayê, ji ber sedemek nediyar li ser banê xaniyekê di depoya daran de agir derket. Pêtên agir di demek kurt de mezin bûn û dûmana zêde bala şêniyên taxê kişand, rewş ji Navenda Banga Lezgîn a 112'an re hat ragihandin.
Li ser agahdarkirinê, tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê, tîmên tenduristiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Dergehên ketin û derketina taxê, ji bo ewlehiya welatiyan û xebata rehet a tîman, demkî ji çûnûhatinê re hatin girtin. Tîmên agirkujiyê pêtên agir ên di depoya daran de kontrol kirin û rê li ber belavbûna agir a bo xaniyên derdorê girtin û agir hat vemirandin.
Piştî vemirandina agir, tîman li herêmê xebatên sarbûnê kirin û kontrolên pêwîst temam kirin. Ketin û derketina taxê cardin hatin vekirin. Di bûyerê de ti kes nemir an birîndar nebû; lê belê di depoya daran de zirar çêbû û depoya daran nema dikare bê bikaranîn.
Ji ber ku sedema derketina agir hêj nehatiye tespîtkirin, lêpirsîn hat destpêkirin.
Çavkanî: Urfanatik