Rojev

Li Trabzonê êrîşa hirçê: 184 pez ji tehtê ketin xwarê, hemû mirin
Li Maçkayê hirçê êrîşî keriyê pez kir, ji 184 pezên ku ji tehtê ketin xwarê 174 mirin û 10 pez jî winda bûn.
Li navçeya Maçka ya Trabzonê, keriyê pez ê ku ji Zozanê Nebiyurt ê ser bi Gümüşhaneyê koç dikir, li Geliyê Galyanê ya li Taxa Işıklarê rastî êrîşa hirçê hat. Keriyê pez ji tehtê ket xwarê û 184 pez winda bûn.
Di lêkolîna ku xwediyên pez kirin de hat diyarkirin ku ji pezên ku ketine xwarê 174 mirine û 10 pez jî winda bûne. Karbidestên Rêveberiya Çandiniyê û Daristanan a Parêzgehê û Serokê Yekitiya Xwedîkerên Pez û Bêstên Trabzonê Taşkın Hamzaoğlu çûn cihê bûyerê û rewş nirxandin.
Ajalên ku mirine, bi xebata Şaredariya Bajarê Mezin a Trabzonê ji cihê ku lê bûn hatin rakirin.
Çavkanî: Rûdaw