
Heyeta ŞUTSOyê li Enqereyê bi nûnerên TOBB û MHPê yên Şirîyê re hatin ba hev
Desteya rêveber a Odeya Bazirganî û Pîşesazîyê ya Şirîyê (ŞUTSO), li Enqereyê bi Serokê TOBBê û parlamenterê MHPê yê Şirîyê re li ser projeyên aborî hevdîtin kirin.
Serokê Desteya Rêveber a ŞUTSOyê Mehmet Dogan Yetim, Serokê Meclîsê Îbrahîm Halîl Peltek û heyeta ku ji endamên rêveberî û meclîsê pêk dihat, li Enqereyê Serokê Yekîtîya Ode û Borsayên Tirkîyeyê (TOBB) M. Rifat Hisarciklioglu ziyaret kirin.
Di hevdîtinê de rojeva aborî û bazirganî ya Şirîyê, projeyên ku tê plankirin di heyama nû de bên cîbicîkirin, potansîyela veberhênanê ya bajêr û hêvîyên cîhana karsazîyê hatin gotûbêjkirin; herwiha derfetên xebata hevpar ên bi TOBBê re jî hatin nirxandin.
Serokê TOBBê ji bo heyeta ŞUTSOyê di heyama nû ya erkê de serkeftin xwest; heyetê jî ji bo mêvandarîyê spasiya xwe pêşkêş kir. Pişt re heyetê, Parlamenterê MHPê yê Şirîyê Îbrahîm Ozyavuz ziyaret kir û li ser mijarên heman rengî nirxandin kirin.
Çavkanî: Urfanatik