PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Tenduristî & Werzîş
Tenduristî & Werzîş

Erebistana Siûdî du welatiyên xwe bi tohmeta terorê îdam kirin
Erebistana Siûdî, Fazil Sefwanî û Cewad Qureyris bi tohmeta kiryarên terorîstî îdam kirin; dema Qureyris hat girtin 14 salî bû.

Erebistana Siûdî du welatiyên xwe bi tohmeta terorê îdam kirin

Erebistana Siûdî, Fazil Sefwanî û Cewad Qureyris bi tohmeta kiryarên terorîstî îdam kirin; dema Qureyris hat girtin 14 salî bû.

Rêveberiya Erebistana Siûdî ragihand ku du welatiyên xwe yên bi navê Fazil Sefwanî û Cewad Qureyris bi tohmeta "kiryarên terorîstî" îdam kirine. Her du kes bi tawanên wekî gulebarankirina hêzên ewlehiyê û peywendîdanîn bi rêxistineke terorî ya biyanî hatibûn mehkûmkirin. Îdam, li Herêma Rojhilat, piştî ku Dadgeha Bilind serlêdanên temyîzê red kirin, hat pêkanîn.

Rêxistina mafên mirovan a navenda wê li Londonê ya bi navê Reprieve diyar kir ku Cewad Qureyris di Kanûna 2020an de ji ber beşdarbûna xwepêşandanan û organîzekirina protestoyan li ser medyaya civakî hatiye girtin û dema hatiye girtin 14 salî bûye. Rêxistinê îdia kir ku Qureyris di bin îşkenceyê de bi zorê îtîrafên derewîn kiriye û cezayê îdamê ji bo malbata wî "tolhildanek" e ji aliyê Şahzadeyê Cînişîn ê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman ve. Birayê mezin ê Qureyris di dema protestoyên sala 2011an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû kuştin, du birayên din jî bi cezayên girtîgehê yên dirêj hatibûn mehkûmkirin.

Rêxistina Reprieve ragihand ku ji meha Tebaxa 2025an ve, Erebistana Siûdî pênc kesên ku di dema kiryarên xwe de zarok bûn, îdam kirine û hemû ev kes ji malbatên Şîe yên li Herêma Rojhilat dijîn bûne. Ev herêm xwedî petrol e û Şîe û Sunî bi hev re lê dijîn. Meha borî jî pênc kesên din ên ji heman herêmê bi tohmetên têkildarî terorê hatin îdamkirin. Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku yek ji kesên hatine îdamkirin, ji ber tawana ku tê îdiakirin di 14 saliya xwe de kiriye, hatiye cezakirin. Rêvebirê projeyên cezayê îdamê yên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Reprieve, Cid Basyûnî got: "Li Erebistana Siûdî di bin rêveberiya Mihemed bin Selman de, cezayê protestokirin û dijberiyê mirin e. Di du salên dawî de me bi awayekî zelal dît ku ev yek zarokan jî dihewîne."

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler