
Erebistana Siûdî fermandarê koalîsyona li Yemenê ji kar dûr xist
Qiralê Siûdî fermandarê hêzên hevbeş ên Koalîsyona Erebî ya li Yemenê ji kar dûr xist û tayînkirinên nû kir.
Qiralê Erebistana Siûdî Selman bin Ebdulazîz, fermandarê hêzên hevbeş ên girêdayî Koalîsyona Erebî ya li Yemenê Fehd bin Hemad bin Ebdulazîz Selman ji kar dûr xist. Ev biryar di demekê de hat girtin ku Hûsî ber bi bajarê Adenê ve diçin û hêzên hikûmeta Yemenê ji hin deverên derdora Tengava Bab el-Mendebê vekişiyane.
Li gorî biryarnameya qiralî, Fehd bin Hemad bin Ebdulazîz Selman wek şêwirmendê Wezîrê Berevaniyê yê karûbarên leşkerî hat tayînkirin. Sererkan Feyyaz bin Hemîd er-Ruweylî jî, ligel erka xwe ya niha, bi awayekî demkî fermandariya hêzên hevbeş wergirt.
Hûsiyan di hefteyên dawî de êrîşên berfireh pêk anîn û li deverên stratejîk ên li peravên rojava yên welêt û derdora Tengava Bab el-Mendebê pêşve çûn. Tevî piştgiriya hewayî ya dijwar a balafirên şer ên Siûdî, hêzên hikûmetê nekarîn wan deverên ku ji dest dabûn paş ve bistînin; Hûsî li parêzgeha Lehicê pêşve çûn û nêzîkî 60 kîlometreyan nêzîkî Adenê bûn. Di heman demê de, Erebistana Siûdî bû hedefa êrîşên mûşekî û balafirên bêmirov ên Hûsiyan; binesaziya enerjiyê, Balafirgeha Navneteweyî ya Riyadê û navenda darayî ya paytextê hatin lêdan.
Çavkanî: Rûdaw