
Li Manavgatê Tesisatçî Bi Sûcê Binpêkirina Jiyana Taybet Hat Girtin
Li navçeya Manavgatê ya Antalyayê, tesisatçiyê ku ji bo tamîrê hatibû malê, li banê serşokê kunek vekir û telefon bi cih kir; bi sûcên binpêkirina jiyana taybet û tacîza zayendî hat girtin.
Li navçeya Manavgatê ya Antalyayê li taxa Emekê di malekê de, di 14ê Mijdarê de ji ber ku ji banê serşokê av dihat, malbatê ji bo tamîrê tesisatçîyek bang kir. Piştî ku usta karê xwe temam kir û çû, malbatê li serşokê kuneke ku berê ti tişt lê tune bû û telefoneke mobîl ku ji bo kişandina dîmenan hatibû bi cî kirin, dît.
Malbatê rewş ji navenda polîsan re ragihand û gilî kir. Ekîbên Amiretiya Büroya Asayîşê ya Emniyeta Manavgatê di heman rojê de bi tesisatçî A.K. re axivîn. A.K. yê ku di destpêkê de got ew nizane telefon li ku derê ye, piştre li serpêhatiya xwe mukir hat û got ku wî kun vekiriye û telefon wisa bi cî kiriye ku nav serşokê bikêşe. Li ser fermana dozgeriyê A.K. hat desteserkirin.
Piştî pêvajoya desteserkirinê, A.K. hat sewqkirin ji dadgehê re û ji aliyê dadweriya cezayê aştiyê ve bi sûcên “Binpêkirina veşartîbûna jiyana taybet” û “Tacîza zayendî” hat girtin.
Jêder: Rûdaw