
Belgeya îstixbarata Iraqê ya sala 1985an êrîşa bombeyî ya li ser kampa sivîlên Kurd piştrast kir
Desteya Bilind a Lêpirsîn û Dadweriyê ya Iraqê, di belgeyeke veşartî ya îstixbarata leşkerî ya sala 1985an de piştrast kir ku li kampa Zêwê ya li parêzgeha Urmiyê, nêzîkî 50 xanî hatine bombebarankirin, herî kêm 100 kes hatine kuştin û 260 kes jî birîndar bûne.
Desteya Bilind a Lêpirsîn û Dadweriyê ya Iraqê, belgeyeke bi nîşaneya "veşartî û lezgîn" a bi dîroka Hezîrana 1985an a ku ya Rêveberiya Giştî ya Îstixbarata Leşkerî ya rejîma berê ya Beasê ye, eşkere kir. Belge di 10ê Hezîrana 1985an de ji aliyê Rêveberê Giştî yê Îstixbarata Leşkerî ve ji bo Komîteya Karûbarên Bakur a Encûmena Fermandariya Şoreşê hatiye şandin û kopiyên wê jî ji bo Serokomariyê, ofîsa Cîgirê Serokomar û Wezareta Berevaniyê hatine şandin.
Belge diyar dike ku di 9ê Hezîrana 1985an de balafirên şer ên Iraqê li kampa Zêwê ya li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, nêzîkî 50 xanî bombebaran kirine û di vê êrîşê de herî kêm 100 kes jiyana xwe ji dest dane û 260 kes jî birîndar bûne. Bi bîranîna nûçeyeke Ajansa Nûçeyan a Fransayê ya 10ê Hezîrana 1985an, tê gotin ku ev êrîş bi daxuyaniyên rêberê Kurd Îdrîs Barzanî jî hatiye piştrastkirin.
Li gorî rapora îstixbaratê, çar pîlot bi erka bombebarankirina baregeheke girêdayî malbata Barzanî hatine erkdarkirin, lê ji ber şert û mercên hewayê hedef nehatiye tespîtkirin û bi hinceta kêmbûna sotemeniyê, bombeyên xwe li ser xaniyên li kampa Zêwê berdane. Di binê belgeyê de bi destxetê noteke bi naveroka "Em guncav dibînin ku careke din bên lêdan" hatiye zêdekirin û di noteke pêvek a 15ê Hezîrana 1985an de hatiye tekez kirin ku divê erk bi temamî bê cîbicîkirin.
Çavkanî: Rûdaw