
Li Kastamonuyê Cotkarekî Tabûteke Dîrokî ya Berdî Dît
Li navçeya Taşköprüyê cotkarekî, dema bi traktorê dixebitî, rastî tabûteke berdî ya kevnar û bermayiyên mirovan hat.
Li gundê Örhenê yê navçeya Taşköprüya Kastamonuyê, cotkarê bi navê F.A. dema ku bi traktorê erdê xwe dazot, piştî ku traktora wî li tiştekî hişk ket, karê xwe rawestand. Cotkarê ku axa ber traktora xwe kontrol kir, ferq kir ku ev tişt qapaxa tabûteke berdî ye û rewş di cih de ji tîmên cendermeyan re ragihand.
Cenderme hatin cihê bûyerê, li derdorê tedbîrên ewlehiyê girtin û rewş ji Midûriyeta Muzeyê ya Kastamonuyê re şandin. Di demeke kurt de pisporên muzeyê û arkeolog hatin herêmê û tabûta berdî di bin çavdêriya pisporan de vekirin.
Li nav tabûta berdî hestiyên mirovan û bermayiyên din yên arkeolojîk hatin dîtin. Ev tiştên hatine dîtin, ji bo tesbîtkirina serdemê û analîzên laboratovarê, ji hêla berpirsên Midûriyeta Muzeyê ve hatin parastin.
Çavkanî: Kurdistan24