
Tom Barrack: Diyalogê rasterast yê Hewlêr û Bexdayê rêya rast e bo çareserkirina pirsgirêkên aloz
Nûnerê Taybet yê Amerîkayê li Îraqê Tom Barrack diyar kir ku danûstandinên rasterast yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, rêya rast e bo çareserkirina mijarên aloz yên wekî hinartina petrolê, mûçe û dahatan.
Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê li Îraqê Tom Barrack, di 9ê Mijdara 2026an de li ser platforma medyaya civakî X daxuyaniyek da û hevdîtina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ya li Bexdayê nirxand. Barrack tekez kir ku diyaloga rasterast ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, bo çareserkirina mijarên aloz yên wekî hinartina petrolê, mûçe û dahatan "rêya rast" e.
Barrack da zanîn ku her du rêberan êrîşa li ser kîlgeha gaza Kor Morê bi tundî şermezar kirine û mijarên wekî berdewamiya dayîna mûçeyên karmendan, bilezkirina derxistina Yasaya Petrol û Gazê û dabînkirina para dadperwerane ya herêmê di budceya 2027an de xistine rojevê.
Herwiha Barrack diyar kir ku Washington dê piştgiriya Hewlêr û Bexdayê berdewam bike û got: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê li kêleka her du aliyan bisekine ku ji bo avakirina Îraqeke geş û xwedî serwerî bi hev re kar dikin" û tekez kir ku Amerîka dê hevkariya xwe ya bi her du aliyan re bidomîne.
Çavkanî: Kurdistan24