
Nûnerê DYA’yê Tom Barrack êrîşa li ser zeviya gaza Kor Morê şermezar kir
Tom Barrack êrîşa li ser zeviya gaza Kor Morê şermezar kir û soz da ku piştgiriya temam bide Hewlêr û Bexdayê.
Tom Barrack, Nûnerê Taybet ê Serokê DYA’yê yê ji bo Iraq û Sûriyeyê, roja duşemê 9’ê mijdara 2026’an li ser platforma X’ê ragihand ku ew êrîşa li ser zeviya gaza Kor Morê bi tundî şermezar dike.
Barrack diyar kir ku ev êrîş li dijî hemû gelê Iraqê ye û da zanîn ku ji bo tawanbar bên dîtin û ceza bibin, ew ê piştgiriya temam bidin Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Şirketa Dana Gas a navenda wê li Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî ye, piştî êrîşa bi balafirên bêmirov (ÎHA) ya şeva yekşemê 8’ê mijdarê li ser zeviya Kor Morê ya li navçeya Çemçemalê, daxuyaniyek da. Şirketê ragihand ku agir hatiye kontrolkirin, ti ziyan negihaye karmendan û heta ku lêkolîna ziyanê bi dawî bibe, hilberîn hatiye rawestandin.
Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku bi qutbûna herikîna gaza xwezayî, hilberîna rojane ji 3 hezar û 700 megawatan daketiye 1000 megawatan. Her wiha hat gotin ku ev rewş dê 5-6 saetan elektrîkê kêm bike û dema ku herikîna gazê dîsa dest pê bike, santral dê gav bi gav bên vekirin.
Çavkanî: Kurdistan24