PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Trump diyar kir ku wan binkeya bergiriya azmanî ya Îranê di çend deqeyan de wêran kiriye
Serokê DYA’yê got ku wan operasyoneke sînorkirî biriye ser binkeyeke bergiriya azmanî ya Îranê û ew tesîs bi temamî ji nav biriye.

Trump diyar kir ku wan binkeya bergiriya azmanî ya Îranê di çend deqeyan de wêran kiriye

Serokê DYA’yê got ku wan operasyoneke sînorkirî biriye ser binkeyeke bergiriya azmanî ya Îranê û ew tesîs bi temamî ji nav biriye.

Serokê DYA’yê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan re li bajêrê West Palm Beach ê Florida’yê de diyar kir ku artêşa Amerîkî operasyoneke "bilez û sînorkirî" biriye ser binkeyeke bergiriya azmanî ya Îranê û tesîs di navbera 5 heta 15 deqeyan de bi temamî wêran kiriye.

Trump ev operasyon wekî "pêngekî leşkerî ê sînorkirî" bi nav kir, lê derbarê cih û taybetmendiya armancê de tu hûrgilî neda. Ev daxuyanî di demekê de hat ku di navbera Washington û Tehranê de danûstandinên nerastexwe berdewam dikin.

Televizyona fermî ya Îranê ragihand ku li nêzîkî herêma Suza ya girêdayî Girava Keşmê û li derdora Bender Hamirê li başûrê welat dengê du teqînên bihêz hatine bihîstin. Ajansa Nûçeyan a Tasnimê jî ragihand ku li azmanê Girava Keşmê dengê balafirên şer ku di asteke nizm de difiriya hatine bihîstin û teqînan di nav şêniyên herêmê de tirs çêkiriye û hinek welatiyan malên xwe vala kirine.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler