
Trump ragihand ku ew ê alîkariya leşkerî ya salane ya 4 milyar dolarî ya bo Îsraîlê heta dawiya salê bibire
Serokê DYA’yê Trump ragihand ku ew ê alîkariya leşkerî ya salane ya nêzî 4 milyar dolarî ya bo Îsraîlê di dawiya sala 2026’an de bi dawî bîne.
Serokê DYA’yê Donald Trump di bernameyeke kanala Fox News de ragihand ku alîkariya leşkerî ya salane ya nêzî 4 milyar dolarî ya bo Îsraîlê heta dawiya salê tê birîn. Trump diyar kir ku wan bi Bîbî Netanyahû re biryara rawestandina vê alîkariyê girtine û ev birîn dê bandoreke wêranker li ser aboriya Îsraîlê neke.
Serokwezîrtiya Îsraîlê, ev biryar wekî "derbasbûna ji alîkariyê bo hevkariya wekhev" bi nav kir û tekez kir ku modela alîkariya leşkerî ya ku demek dirêj e berdewam dike, bi dawî bûye. Opozisyona Îsraîlê jî bi hinceta ku artêşê ev biryara krîtîk ji medyayê bihîstiye, xwest ku Serokwezîr Netanyahû demildest ji kar bê dûrxistin.
Trump da zanîn ku DYA dê firotina rasterast a çekan bo Îsraîlê bidomîne û pakêtên alîkariyê ji aliyê Demokratan ve di hilbijartinên navberê yên Kongreyê de wekî amûrekê li dijî Komariyan tên bikaranîn. Serok her wiha anî ziman ku wan çend meh berê bi Netanyahû re li hev kirine û eger di pêşerojê de pêdiviyeke awarte derkeve, ew ê piştgiriyê bidin.
Ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê bi daxuyaniyekê li ser platforma medyaya civakî X ragihand ku piştgiriya leşkerî ya DYA’yê dispêre lihevkirineke her du partiyan û ev gav nîşaneya derbasbûna ji modela "alîkariyê" ya klasîk bo "hevkariya stratejîk" e. Di vê çarçoveyê de axaftina berê ya Netanyahû ya derbarê bidawîkirina girêdayîbûna bi alîkariyên derve û xurtkirina pîşesaziya berevaniyê ya navxweyî jî hat bibîranîn.
Çavkanî: Rûdaw