PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Tenduristî & Werzîş
Tenduristî & Werzîş

Trump dê biryara xwe ya li ser Îranê piştî serê salê binirxîne
Serokê DYA'yê Trump got ku wî girtina biryareke nû ya li ser Îranê paşxistiye û dê piştî serê salê li rewşê mêze bike.

Trump dê biryara xwe ya li ser Îranê piştî serê salê binirxîne

Serokê DYA'yê Trump got ku wî girtina biryareke nû ya li ser Îranê paşxistiye û dê piştî serê salê li rewşê mêze bike.

Serokê DYA'yê Donald Trump, di vegera ji Zîpsereya APEC'ê ku li Çînê hate lidarxistin de, li ser balafira Air Force One bersiva pirsyarên rojnamevanan da. Trump got: "Ez di mijara Îranê de bi lez biryarekê nadim. Em ê bibînin ka piştî serê salê dê çi bibe."

Li gorî nûçeya malpera Axiosê, Trump di peywendiyeke kurt a telefonê de îhtîmala êrişeke nû ya li ser Îranê nirxand û heman daxuyaniyê dubare kir. Di nûçeyê de hat diyar kirin ku dibe ku Trump her tiştî bide guhartin û beriya operasyoneke leşkerî ya pêkhatî, niyetên xwe yên rastî ji bo raya giştî raneyîne.

Daxuyaniyên Trump di demeke ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû li ser rêveberiya Washingtonê zextê dike ku êrişên li ser Îranê ji nû ve bidin destpêkirin de hatin. Her wiha hat bi bîrxistin ku beriya êrişên ku di 28'ê Sibatê de dest pê kiribûn, Trump gotibû ku wî hêj biryar nedaye, lê belê wî ferman hema ji mêj ve dabû.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler