
Di navbera Trump û Netanyahu de têlefonek tund li ser Îranê
Serokê Amerîkayê Trump bi Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu re li ser danûstandinên Îranê û êrîşeke muhtemel bi awayekî rasterast û eşkere axivî.
Li gorî nûçeya Axiosê, Serokê Amerîkayê Donald Trump roja şemiyê bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu re li ser rewşa danûstandinên bi Îranê re û dema destpêkirina şerekî muhtemel bi telefonê axivî. Çavkaniyeke Îsraîlî diyar kir ku axaftin "tund" bûye, çavkaniyeke Amerîkî jî got ku axaftin "rasterast û eşkere" bûye; Qesra Spî û Ofîsa Serokwezîr derbarê naveroka axaftinê de daxuyanî nedan.
Li gorî çavkaniyan, Netanyahu zext li Trump kir ku piştî hilbijartinên navberê yên nêzîk, êrîşî Îranê bike. Trump jî diyar kir ku ew dixwaze di vê qonaxê de derfetê bide danûstandinan û encamên wan bibîne, lê Netanyahu ji vê stratejiyê gelekî bi fikar e. Trump da zanîn ku ew wekî operasyonên berê yên "Çakûçê Nîvê Şevê" û "Xezeba Destanî" her du rêyan bi hev re dişopîne; ji aliyekî ve hewl dide danûstandinên aştiyê ji nû ve bide destpêkirin, ji aliyê din ve jî li dijî îhtîmala êrîşeke berfireh amadekariyan dike.
Hefteya borî Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance, ji Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Muhsin Rizaî re derbarê îhtimala destpêkirina danûstandinan de nameyek şand. Trump di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan de got ku danûstandin "baş diçin" û ew "lezê nakin"; diyar kir ku Îranî dixwazin peymanê çêbikin lê "ne gelekî cihê baweriyê ne" û piştî peymanekê çêdikin paşve gavê diavêjin. Herwiha Trump anî ziman ku Amerîka hîn jî bi yek an du tesîsên nukleerî yên li Îranê re eleqedar e û ev mijar dikare di 10 deqîqeyan de bê çareserkirin, planeke wî heye û dikarin li nexşeyê binêrin.
Roja yekşemê navbeynkarên Qeterê, ji bo gihîştina bi peymanekê ya ji bo destpêkirina danûstandinên rasterast ên di navbera Amerîka û Îranê de, roja sêyemîn bi rayedarên Îranê re hevdîtin kirin. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Araqçî daxuyand ku hîn ti peyman nehatiye îmzekirin.
Çavkanî: Rûdaw