
Trump û Paşînyan dest bi avakirina projeya TRIPP kirin
Serokê DYA’yê Trump û Serokwezîrê Ermenistanê Paşînyan, destpêkirina avakirina projeya TRIPP’ê ya ku dê têkiliya Azerbaycan-Ermenistan-Naxçivanê pêk bîne, ragihandin.
Serokê DYA’yê Donald Trump û Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan, ragihandin ku xebatên avakirina projeya Rêya Trump ji bo Aştî û Refaha Navneteweyî (TRIPP) bi awayekî fermî dest pê kirine. Proje armanc dike ku bajarên rojavayê Azerbaycanê bi rêya Ermenistanê ve bi Naxçivanê ve girê bide.
Trump, di peyama xwe de ji ber peymana aştiyê ya dîrokî spasiya Paşînyan û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev kir û ji bo pêşniyara Xelata Aştiyê ya Nobelê jî kêfxweşiya xwe anî ziman. Her wiha bal kişand ser têkiliyên DYA’yê yên bi welatên din re û asta heyî ya veberhênanên ku li welêt tên kirin.
Paşînyan diyar kir ku TRIPP, mezintirîn projeya aborî ye ku ji dema serxwebûna Ermenistanê ve hatiye pêkanîn. Wî tekez kir ku daxuyaniya hevpar a ku di 8’ê Tebaxa 2025’an de bi Aliyev re hatiye îmzekirin, bi dawîkirina serdema dijminatiyê ya dirêj, armanc dike ku li Kafkasyaya Başûr tora veguhastinê ya bê navber û piralî ava bike. Wî zêde kir ku proje di çarçoveya rêzgirtina tam a li serwerî, yekparçeyiya axê û desthilatdariya dadwerî ya welatan de, li ser bingeha pêşxistina têkiliyên navxweyî hatiye sêwirandin.
Paşînyan anî ziman ku TRIPP dê ji aliyê herêmî û navneteweyî ve feydeyên dualî peyda bike û dê tevkariyeke girîng li geşepêdana aborî ya Ermenistanê û gihîştina wê ya bi bazarên derve re bike. Potansiyela geşepêdanê ya herêma Sûnyîkê, berfirehbûna ewlehiyê û eleqeya zêde ya veberhêneran jî piştgiriyê didin projeyê. Paşînyan bi gotina "Em xebatên avakirina TRIPP’ê bi fermî dest pê dikin" destpêkirina pêvajoyê ragihand.
Çavkanî: Kurdistan24