
Trump û Paşînyan destpêkirina avakirina projeya TRIPPê ragihandin
Serokê DYA Trump û Serokwezîrê Ermenîstanê Paşînyan diyar kirin ku avakirina projeya TRIPPê ku dê bajarên rojavayê Azerbaycanê bi Naxçivanê ve girê bide dest pê kiriye.
Serokê DYA Donald Trump û Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan bi peyamên vîdeoyî ragihandin ku xebatên avakirina projeya Rêya Trump ji bo Aşitî û Kêfxweşiya Navneteweyî (TRIPP) ku dê bajarên rojavayê Azerbaycanê di ser Ermenîstanê re bi Naxçivanê ve girê bide dest pê kirine.
Trump di peyama xwe de ji ber peymana dîrokî ya aşitiyê spasiya Paşînyan û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev kir. Trump diyar kir ku ew armanc dikin ku têkiliyên di navbera her du welatan de bihtêz bikin û piştgiriyê bidin aşitî û pêşketina herêmî. Wekî din, wî ji bo pêşniyara xelata Nobelê ya Aşitiyê ku ji bo wî hatibû kirin spasiya xwe anî ziman û bal kişand ser ast û veberhênanên DYAyê yên bi welatên din re.
Serokwezîrê Ermenîstanê Paşînyan jî da zanîn ku TRIPP projeya herî mezin a aborî ye ku ji dema serxwebûna Ermenîstanê ve hatine cîbicîkirin û ji bo welat xwedî giringiyeke mezin a aborî ye.
Çavkanî: Rûdaw