
Li Dêrsimê 25 kîlometre rêya asfaltê hat vekirin, Walî Aygöl û "Dilber Xwişkê" yekem ajotin kirin
Li Dêrsimê rêyeke asfaltê ya germ bi dirêjahiya 25 kîlometreyan, ji bo xizmetkirina 2 hezar û 500 kesên li 25 gundan dijîn hat vekirin.
Li Dêrsimê 25 kîlometre rêya asfaltê ya germ hat temamkirin û xistin xizmeta welatiyan. Walî Şefîk Aygöl, yekem ajotina rê bi welatiyeke bi navê "Dilber Xwişkê" re kir û rewşa rê kontrol kir.
Rê, gundên wekî Burmageçit, Biçmekaya, Sumak, Pirinçci, Karagüney, Çimenli, Böğürtlen û Pınarlarê bi hev ve girê dide û dê ji bo nêzî 2 hezar û 500 kesên li 25 cihan dijîn derfetê çûnûhatinê peyda bike.
Aygöl diyar kir ku ev rêya nû ne tenê çûnûhatina navbera gundan hêsan dike, di heman demê de wekî rêyeke derbasbûnê ya navbera rêyên Mazgirt-Dêrsim û Pertek-Dêrsimê kar dike. Bi vê yekê tê armanckirin ku ji bo ajokaran derfeteke rêwîtiyê ya ewletir û rehetir bê pêşkêşkirin.
Çavkanî: Tunceli Bülten