
Tirkiye baregeha leşkerî ya Başîka-Zelîkan bi qonaxî radestî hikûmeta Iraqê dike
Her du welatan li ser rêkeftineke nû ya ewlehiyê îmze kirin ku tê de bicihkirina desthilata dewletê li Şengalê û rakirina komên çekdar heye.
Komîsyona Bilind a Hevbeş a di navbera Tirkiye û Iraqê de, roja 8ê Mijdara 2026an ragihand ku rêkeftineke nû ya ewlehiyê hatiye kirin. Di çarçoveya vê rêkeftinê de, Tirkiye plan dike ku baregeha leşkerî ya Başîka-Zelîkan bi qonaxî radestî hikûmeta federal bike. Her du alî li ser bicihkirina desthilata dewletê li Şengalê û bidawîkirina hebûna hemû komên çekdar tekez kirin.
Alîyan diyar kirin ku ew ê di çarçoveya mekanîzmaya berê de Komîteya Hevrêziya Ewlehiyê ya Hevbeş careke din çalak bikin û ev komîte dê çavdêriya pêvajoyê bike. Wezareta Berevaniya Neteweyî ya Tirkiyeyê di 1ê Cotmeha 2026an de biryar dabû ku baregeha Başîka-Zelîkan radestî rayedarên Iraqê bike û ragihandibû ku pêvajoya radestkirinê dê li gorî prosedurên ku her du welatan li ser li hev kirine, were meşandin.
Baregeha ku ji sala 2015an ve hêzên tirk li nahiyeya Başîka ya parêzgeha Nînovayê lê bi cih bûne, di destpêkê de ji bo perwerdekirina hêzên Iraqî yên li dijî DAIŞê hatibû avakirin. Lê piştre bûbû cihê nakokiya di navbera Tirkiye û Bexdayê de û Iraqê gelek caran daxwaza valakirina baregehê kiribû.
Di dawiya meha Îlona 2026an de, di dema civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Iraqê Alî Zeydî hatin ba hev. Her du alî li ser gelek mijaran li hev kirin û gihîştin vê rêkeftina ewlehiyê. Di vê çarçoveyê de biryar hat dayîn ku Tirkiye baregehê bi qonaxî radestî hikûmeta Iraqê bike û Iraq jî desthilata dewletê li Şengalê xurt bike.
Çavkanî: Kurdistan24