PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Tirkiye û 14 welatan piştgiriya mueyideyên li ser Îsraîlê kirin
15 welatên ku Tirkiye jî di nav de ye, li dijî polîtîkayên avakirina wargehên neqanûnî yên Îsraîlê deklerasyoneke hevpar weşandin û piştgiriya xwe ji mueyideyan re diyar kirin.

Tirkiye û 14 welatan piştgiriya mueyideyên li ser Îsraîlê kirin

15 welatên ku Tirkiye jî di nav de ye, li dijî polîtîkayên avakirina wargehên neqanûnî yên Îsraîlê deklerasyoneke hevpar weşandin û piştgiriya xwe ji mueyideyan re diyar kirin.

Wezîrên karên derve yên Tirkiye, Imarat, Cezayir, Endonezya, Filistin, Qeter, Kuveyt, Lîbya, Maldiv, Misir, Nîjer, Pakistan, Somalî, Erebistana Siudî û Urdunê deklerasyoneke hevpar weşandin. Di deklerasyonê de hat diyar kirin ku ew biryara mueyideyan a Brîtanya û Avustralyayê ku li dijî kes û saziyên ku li ser axa Filistinê wargehên neqanûnî ava dikin qebûl kirine, bi kêfxweşî pêşwazî dikin.

Di deklerasyonê de hat destnîşankirin ku ev tedbîrên ku diçin ser şîrketên di avakirina wargehên neqanûnî de cih digirin û saziyên ku astengiyê li ber gihandina alîkariya mirovî ya ji bo Xezeyê çêdikin, li gora hiqûqa navdewletî ne. Her wiha hat gotin ku ev biryar bi biryara hejmar 2334 a Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û nêrîna Şêwirmendiyê ya Dîwana Edaletê ya Navdewletî ya Tîrmeha 2024an re di nav lihevkirineke temam de ne.

Her wiha polîtîkayên Îsraîlê yên ji bo guherandina avahiya demografîk, bi taybetî "plana wargehê ya E1" ku Qudsa Rojhilat dike armanc, bi tundî hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê planeke berfireh a aştiyê ku dê pevçûnên li herêmê bi dawî bîne zû bi zû bikeve rewşê û li ser bingeha sînorên 1967an, Dewleteke serbixwe ya Filistinê ku paytexta wê Qudsa Rojhilat be, bê kuruldan. Bang li welatên din jî hat kirin ku mueyideyên mîna van bixin meriyetê.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler