
Festîvala Rêya Çandê ya Tirkiyeyê di sala 2026’an de gihîşt 34,5 milyon beşdaran
Festîvala ku ji aliyê Wezareta Çand û Tûrîzmê ve tê lidarxistin, li 26 bajaran bi zêdetirî 5 hezar û 850 çalakiyan gihîşt 34 milyon û 486 hezar kesan.
Wezareta Çand û Tûrîzmê, hejmara beşdarên Festîvala Rêya Çandê ya Tirkiyeyê ya ku di sala 2026’an de li 26 bajaran hat lidarxistin, eşkere kir. Festîval di 25ê Nîsanê de li Şanliurfayê dest pê kir û di 15ê Mijdarê de li Edeneyê bi dawî bû. Di dirêjahiya 234 rojên festîvalê de, li zêdetirî 390 cihî, 5 hezar û 850 çalakî hatin lidarxistin.
Hejmara giştî ya beşdaran 34 milyon û 486 hezar kes hat tomarkirin. Wezîr Mehmet Nûrî Ersoy di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de diyar kir ku festîval di warên çand, huner, şano, sînema, opera, balê û çalakiyên zarokan de bi welatiyan re hatin ba hev û bi tevkariya 1.470 xalên xwarinê, 168 şefan û 214 kesan, xwarinên herêmî hatin nasandin.
Ersoy ragihand ku di sala 2027’an de dê festîval li 32 bajaran bê lidarxistin û di nav bajarên nû de Balikesir, Denîzlî, Hatay, Kocaelî, Mugla û Tekîrdag jî hene.
Çavkanî: Bu Sabah Malatya