
UKMTO: Tankerek li peravên Omanê bû hedefa êrîşekê
UKMTO ragihand ku li peravên bajarê Hasab ê Omanê, tiştekî nenas li beşa makîneyan a tankerekê ketiye.
UKMTO ragihand ku tankerek li peravên bajarê Hasab ê Omanê, 6 mîlên deryayî li bakurê Hasabê bûye hedefa êrîşekê.
Hat diyarkirin ku dema tankerê di rêya derketina ji Tengava Hurmuzê re derbas dibû, tiştekî nenas li beşa makîneyan a gemiyê ketiye. Piştî êrîşê hat ragihandin ku rewşa tenduristiya karmendan baş e û ew di ewlehiyê de ne.
Mezinahiya ziyanên li ser gemiyê û bandorên wê yên muhtemel ên li ser jîngehê hêj ne diyar in; rayedar lêkolînên xwe yên teknîkî didomînin. Ji bo trafîka deryayî ya li herêmê hişyariya ewlehiyê hat dayîn û ji gemiyên din hat xwestin ku baldar bin û her cure tevgerên gumanbar demildest rapor bikin.
Çavkanî: Kurdistan24