
Ji Utopyaya Ummetê Heta Rastiya Jeopolîtîk: Aqilê Siyasî ê Kurd, Şikestinên Dîrokî û Analîzek li ser Başûrê Kurdistanê
Pêşeroja neteweyekê, ne di destê têkoşîna desthilatdariya eşîran de; divê radestî aqilê hevpar, yekitiya neteweyî, îradeya saziyane û hişmendiya diyarkirina qedera xwe bixwe bibe.
Ji Utopyaya Ummetê Heta Rastiya Jeopolîtîk: Aqilê Siyasî ê Kurd, Şikestinên Dîrokî û Analîzek li ser Başûrê Kurdistanê
Civaka kurd ku di dirêjahiya dîrokê de li ser riya împeratoriyên mezin e û tevî ku xwediyê erdnîgariyeke dewlemend a çandî û stratejîk e jî di pêvajoyên yekitiya siyasî û sazbûnê de rûbirûyî astengiyên berdewam bûye, di navenda yek ji pirsgrêkên herî aloz ên Rojhilata Navîn de ye. Rewşa îro ya vê erdnîgariya ku bûye çar parçe, ne tenê encama destwerdanên derve û nexşeyên hêzên împeryalîst e; di heman demê de encama krîzeke avahî ye ku ji ber dînamîkên navxweyî, berteka eşîretî û awayên xwendina dîrokê çêbûye. Ji bo ku em mekanîzmaya van trajediyan fêm bikin, pir girîng e ku em koka vê krîzê ji salên yekem ên Îslamê heta aloziyên siyasî yên îro yên li Başûrê Kurdistanê di çarçoveyeke fireh de bigirin dest.
Nasîna Kurdan bi Îslamê re, ji ber cîhê erdnîgariya wan, digihîje serdemeke gelekî zû. Hêj beriya ku pêvajoya koçberî û entegrasyona girseyî ya Tirkan a bo erdnîgariya Îslamê dest pê bike, gelên herêmê ev sîstema baweriyê pejirandibûn.
Lê belê medrese û navendên zanistî yên li vir hatine avakirin, mixabin ne ji bo avakirina hişmendiyeke siyasî ya neteweyî an jî refleksên dewletbûnê, bêtir bûne hilgirên vîzyoneke gerdûnî ya ummetî û ziman û şaristaniya neteweyên din.
Bi hezaran medreseyên ku li erdnîgariya Kurdistanê hatine avakirin, rêziman (sarf û nahw), wêje û perwerdehiya fiqihî ya zimanê Erebî bi awayekî bêkêmasî hîn kirine; lê belê ev komkirina zanistê, Kurdî wekî zimanekî îdare, felsefe û dewletê di paşerojê de hiştiye.
Dema ku Ereb bi gorî berjewendiyên xwe yên eşîrî û neteweyî dîn guherandin û kirin bîst û du dewlet, Farsan bi Împaratoriya Sefewî û senteza Şîe-Îslamê dewletek/împaratoriyeke neteweyî ya bihêz ava kir û derketin holê, û Tirkan di navbera Selçûqiyan û Osmaniyan de ji dehî zêdetir dewlet û împaratorî ava kirin; Kurd li pey utopyayeke tewş û xeyalî ya têgeha “umetê” çûn.
Ev kevneşopiya ku di cihê mekanîzmayên saziyî yên wekî dewlet, artêş û hişê dîplomatîk ku wê nasname, erdnîgarî û hebûna wan a siyasî biparêzin de, tercîh kir ku bibe hêmana dilsoz a împaratoriyên navendî, bi sedsalan bûye astengiya herî mezin a li ber hişê siyasî yê Kurdî. Ji ber vê yekê, di dema belavbûna Împaratoriya Osmanî de û di dema ku bingeha Komara Tirkiyeyê dihat avêtin de jî domandina vê berteka umetparêz, rê li ber wê yekê vekir ku mafên neteweyî nekaribin li ser zemînekî hiqûqî bi cih bibin.
Piştî Şerê Cîhanê ê Yekem, sînorên ku ji aliyê stratejîstekî îngilîz (Mark Sykes) û stratejîstekî fransiz (François Georges-Picot) ve li ser masa bi cetelê hatine xêzkirin, erdnîgariya Kurdistanê kirine çar parçe. Ev dabeşbûn, ne tenê sînorên fîzîkî, di heman demê de peywendiyên civakî, aborî û çandî yên gel jî ji hev cuta kirine. Têkoşînên ku di dirêjahiya sedsalê de li dijî vê parçebûnê hatine meşandin; carinan ji ber kêmasiyên rêberiyê, carinan ji ber mudaxaleyên hêzên derve û carinan jî ji ber nakokiyên navxweyî hatine tepeserkirin an jî nehatine veguhestin bo destkeftiyên domdar.
Bextreşiya herî mezin a kurdan di dîroka nûjen de ev e ku di cihê berê xwe bidin aqilekî stratejîk ê hevbeş, bûne qurbaniya hevbendiyên demkî û konjonktûrî.
Di roja me ya îro de, di nav çar parçeyan de statuya îdarî ya herî diyar li Başûrê Kurdistanê (Rêveberiya Herêma Kurdistanê a Îraqê) bi hewldanên gelek salan yên du malbat û eşîrên sereke (xeta Barzanî û Talabanî) hatiye bi dest xistin. Lê belê paşeroja vê avahiya xweser, ji ber pevçûnên navxweyî û reqabeta eşîretî di bin metarsiyeke mezin de ye.
Referanduma serxwebûnê ya ku di sala 2017an de hat kirin, ji bo nîşandana îradeya gelê Kurd a diyarkirina qedera xwe gaveke dîrokî bû. Lê belê di encama gavên hevbeş ên hêzên herêmî û cîhanî de (zexta welatên herêmê û bêdengiya civaka navneteweyî), di serî de Kerkûka ku xwedî girîngiyeke stratejîk e, gelek herêmên bişnûme dîsa ketin bin kontrola hikûmeta navendî. Ev têkçûn ne tenê encama mudaxaleyeke derve bû, di heman demê de encama nebûna yekitiya navxweyî û neafirandina stratejiyeke hevbeş a leşkerî û siyasî li dijî qeyranên gengaz bû.
Îro, reqabeta bêrehm a desthilatdarî û serweriyê ya di navbera van her du eşîr/partiyan de, dibe sedema pêvajoyeke ku kêm maye avahiya xweser a hatî bidestxistin bibe yekeyeke îdarî ya valakirî û gav bi gav dîsa di nav dewleta navendî ya Iraqê de bête entegrekirin.
Buhayê Vê Reqabetê ji bo Kurdan Çi Ye?
Heke pêdivî bibe ku em binê wê tespîta min li jorê da hewl da destnîşan bikim bi tîpên stûr xêz bikin; Di vê riqabeta bêrehm a van her du eşîran a di navbera hev da de wê ti qezenceke Kurdan nebe. Ew bi xwe berevajî vê yekê ye: Bikaranîna aktörên herêmî (Bexda, Enqere, Tehran) a van nakokiyên navxweyî ji bo berjewendiyên xwe, wê rê li ber tunekirina bi temamî ya destkeftiyên Kurdan veke.
Enerjiya ku ji bo şerê navxweyî tê xerçkirin, dibe sedema ji holê rabûna misogeriyên hiqûqî, zelaliya saziyî û serbixwebûna aborî.
Qurbankirina xwîna ku bi sedsalan e dirije, êşên ku têne kişandin û berdêlên ku têne dan bo berjewendiyên teng ên du eşîran, dê bibe mîraseke herî giran ku ji nifşên paşê re bimîne.
Li hember vê rastiya ku Ereb, Fars û Tirk dînamîkên olî û erdnîgarî bixêra xwe zivirandin û bûn dewlet, tiştê ku divê Kurd bikin ne peydûçûna utopyayên xeyalî ye; li ser bingeha realpolîtîkê (siyaseta rastbîn) avakirina stratejiyeke hişmendane, yekgirtî û saziyane ye.
Dawîanîna li pevçûnên bêber ên niha li Başûrê Kurdistanê, peydakirina aştiya navxweyî û stratejiya neteweyî ya hevpar ferzetekî jiyanî ye.
Heke ev her du sazî, nakokiyên berjewendiyên di navbera xwe de li aliyekî nehelin û li derdora hişekî hevpar ê Kurdistanyane nebin yek; dîrok dê vê nifşê jî wek berpirsiyarê windahiyên berê û derfetên ji dest çûyî binivîse.
Heta ku meseleya Kurd nebe xwedî kultura siyasî ya nû ku sînorên eşîrî derbas dike, jêhatîbûnê dike navend û bi hişê dewleta modern tevdigere, dê qedera vê erdnîgariyê bi êş û windahiyan bête nivîsandin. Vesselam...