
Strana Taybet a Ahlamê Ji Bo Kurdistanê Li Ser Medya Civakî Bû Gundan
Hunermenda Îmaratî Ahlam Al Shamsi strana xwe ya nû ku ji bo Herêma Kurdistanê û gelê Kurd diyarî kiriye, belav kir.
Stranbêja naskirî ya Îmarata Erebî ya Yekbûyî Ahlam Al Shamsi, straneke nû ku pesna xweşikiya Herêma Kurdistanê, dîroka wê ya kevnar û kultura jiyana bi hev re dide, belav kir. Stran muzîka Kendavê û motîfên kulturî yên Kurdî tîne cem hev û behsa mêvanperwerî, wêrekî û rawestana aştiyane ya herêmê dike.
Ahlamê di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê fermî yê Instagramê de got: "Ez pir serbilind im ku min ji bo Kurdistanê, welatê ciwanî û dîroka kevnar, û ji bo wî gelê hêja yê ku dilê wî tijî hezkirin û dilsozî ye stran got... Bi hezkirin û rêza min a bêdawî ji bo Kurdistanê û gelê wê" û bal kişand ser rola hunerê ya di yekkirina gelan de.
Pêncî belavkirina stranê, bala raya giştî ya Ereb û Kurd kişand; li ser medya civakî deng da û ji aliyê guhdar û derdorên hunerî ve hat ecibandin. Stran li Herêma Kurdistanê, Iraq û welatên Kendavê jî bû rojev.
Çavkanî: Kurdistan24