
Rêveberiya Ewlehiya Giştî ya Urdunê Gihîştina Telegramê Bext Kir
Urdunê li dijî sûcên sîber û propagandaya radîkalîzmê xizmeta Telegramê li seranserê welat girt.
Rêveberiya Ewlehiya Giştî ya Urdunê, di 16ê Mijdara 2026an roja Duşemê de ragihand ku di çarçoveya têkoşîna li dijî sûcên sîber û propagandaya radîkalîzmê de, gihîştina sepana Telegramê li seranserê welat hatiye astengkirin.
Rêveberiyê diyar kir ku ev gav ji bo parastina civakê, berhingariya sûcên sîber ên ku bandorê li ewlehiya neteweyî dikin, tehdîd, şantaj, belavkirina naverokên neyasayî û bikaranînên ku dikarin bibin sedema propagandaya radîkalîzmê hatiye avêtin û ew bi yasayên heyî re hevgirtî ye.
Ji welatiyan hat daxwazkirin ku dema sepana medya civakî bi kar tînin baldar û hişyar bin, bi hesab, lînk û kesên ku nas nakin re nekevin têkiliyê û her cûre tevger an naverokên neyasayî bi rêya kanalên fermî ji rayedaran re ragihînin. Her wiha hat teqezkirin ku malbat di kontrolkirina bikaranîna platformên dîjîtal ên zarokan de rolek girîng dilîzin.
Rêveberiya Ewlehiya Giştî bi bîr xist ku ew ê bi mebesta parastina aramiya civakê û ewlehiya kesan, li dijî sûc û binpêkirinên li ser torên dîjîtal tedbîrên pêwîst bistînin.
Çavkanî: Kurdistan24