Rojev

Li Birecika Rihayê di Şerê bi Çek ê di Navbera Mirovên Hev de Kesekî Jiyana Xwe Ji Dest Da
Li Birecikê di şerê bi çek ku ji ber kêşeya erd derket de Müslüm Eroğlu yê 42 salî hate kuştin.
Li taxa Abdallı ya ser bi navçeya Birecika Rihayê, nîqaşa li ser kêşeya erd a di navbera mirovên hev de veguherî şerê bi çek.
Li ser agahdarkirinê, tîmên cendirme û yên tenduristiyê çûn cihê bûyerê. Müslüm Eroğlu yê 42 salî ku di şer de giran birîndar bibû, birin nexweşxaneyê lê tevlî hemû destwerdanan jî jiyana xwe ji dest da.
Tîmên cendirmeyan ji bo girtina du gumanbarên ku di dema şer de reviyabûn, xebat dan destpêkirin.
Çavkanî: Kurdistan24