Rojev

Li Sêwrega Rihayê di du qezayên trafîkê de 6 kes birîndar bûn
Li navçeya Sêwregê di du qezayên cuda de bi giştî şeş kes birîndar bûn.
Li nêzîkî Taxa Zincirliçayê ya li ser rêya Sêwreg-Amedê, otomobîla bi plaqeya 34 COK 191 a ku ajokarê wê M.T. (34) bû, ji kontrolê derket û qulibî şarampolê. Di qezayê de ajokar M.T. û kesên di nav otomobîlê de E.T. (34), S.T. (62), B.Ç.T. (30) û A.A.T. (2) birîndar bûn.
Li kîlometreya 3yemîn a rêya Sêwreg-Rihayê jî, otomobîla bi plaqeya 34 FED 597 a ku di bin rêveberiya H.A. (23) de bû, qulibî şarampolê. Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê bûn û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê.
Çavkanî: Rûdaw