PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Komeleya Felcê ya Îngiltereyê: 5 Faktorên Rîskê yên Giring ên Dibin Sedema Felca Mejî
Komeleya Felcê ya Îngiltereyê diyar kir ku %85ê bûyerên felcê ji ber girtina xwînberan çêdibin û tansiyona bilind mezintirîn sedema vê yekê ye.

Komeleya Felcê ya Îngiltereyê: 5 Faktorên Rîskê yên Giring ên Dibin Sedema Felca Mejî

Komeleya Felcê ya Îngiltereyê diyar kir ku %85ê bûyerên felcê ji ber girtina xwînberan çêdibin û tansiyona bilind mezintirîn sedema vê yekê ye.

Komeleya Felcê ya Îngiltereyê, daneyên derbarê bûyerên felca mejî de ku her sal bandorê li ser bi milyonan mirovan dike, weşand. Li gorî raporê, %85ê bûyerên felcê ji ber girtina damaran (felca îskemîk) çêdibin û tansiyona bilind wekî faktora rîskê ya herî mezin derdikeve pêş.

Felca îskemîk dema ku damarek xwînê ya ku diçe mejî ji ber pîhtîbûnê tê girtin çêdibe, lê bi rêjeya %15ê felca hemorajîk jî ji ber teqîna damaran û xwînberbûna di nava mejî de pêk tê.

Komeleyê pênc sedemên sereke yên ku rîska felcê zêde dikin rêz kirin: 1) Tansiyona bilind – bi zexta zêde ya li ser dîwarên damaran dibe sedema girtinê; 2) Cixare û berhemên tutunê – zirarê dide dîwarên damaran û pîhtîbûnê leztir dike; 3) Diyabet – asta bilind a glîkozê ya demdirêj elastîkbûna damaran xera dike; 4) Kolesterola bilind – dibe sedema çêbûna plak û girtina damaran; 5) Nexweşiyên rîtma dil, bi taybetî fîbrîlasyona atriyal – dibe sedema çêbûna pîhtiyê di dil de.

Pisporan tekez kirin ku bi pîvandina birêkûpêk a tansiyonê, kêmkirina vexwarina xwê û rûn, devjêberdana cixareyê û jiyaneke çalak, dikare pêşî li beşeke mezin a bûyerên felcê were girtin.

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler