Rojev

Rêya Wan u Baxçesarayê Ji Ber Berfê Ji Trafîkê Re Hat Girtin
Li Wanê ji ber berfa zêde u bagerê, rêya Baxçesarayê di navbera kîlometreya 11 u 40î de ji bo demekê ji trafîkê re hat girtin.
Li bajarê Wanê ji ber şert û mercên xirab yên hewayê, rêya Baxçesarayê ji trafîkê re hat girtin. Berf û bagerê di navbera kîlometreya 11 û 40î de dîtina li ser rêyê bi temamî asteng kir.
Qaymeqamtiya Baxçesarayê daxuyaniyek da û got: "Rêya Wan û Baxçesarayê, di navbera kîlometreya 11 û 40î de ji ber berfa zêde û bagerê û ji ber ku dîtin nîne, ji saet 15.50ê ve ji bo hemû wesayîtan ji bo demekê ji trafîkê re hat girtin."
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Îhlasê (ÎHA), ev girtina rêyê ji ber bûyerên hewayê yên ku çûnûhatina li herêmê xirab kirine pêk hat.
Çavkanî: Vansesi Gazetesi