PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Dadgeha Herêmî ya Vanê cezayê 19 salan ê li ser Hevserokê Şaredariya Colemêrgê pejirand
Daireya 2yan a Ceza ya Dadgeha Herêmî ya Vanê cezayê 19 sal û 6 mehên zîndanê yê ku dabûn Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Sıddık Akış pejirand.

Dadgeha Herêmî ya Vanê cezayê 19 salan ê li ser Hevserokê Şaredariya Colemêrgê pejirand

Daireya 2yan a Ceza ya Dadgeha Herêmî ya Vanê cezayê 19 sal û 6 mehên zîndanê yê ku dabûn Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Sıddık Akış pejirand.

Daireya 2yan a Ceza ya Dadgeha Herêmî ya Vanê, meşrûiyeta biryara dadgeha herêmî piştrast kir û daxwazên îstînafê red kirin. Dadgehê cezayê 19 sal û 6 mehên zîndanê yê ku dabûn Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Sıddık Akış pejirand. Dadgehê diyar kir ku pêvajoya darizandinê, belge û protokolên rûniştinê, delîl û sepandinên di derbarê sûc de li gorî hiqûqê ne.

Dadgehê biryar da ku rewşa girtîbûna Akış berdewam bike. Di biryarê de hat destnîşankirin ku ji ber nîşaneyên xurt ên sûc, xetereya revînê û têrnenexistina tedbîrên kontrola dadî, girtîbûn tedbîreke maqûl e. Her wiha hat gotin ku girtîbûna wî li gorî bendên 5 û 6an ên Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê ye.

Akış di 3yê Pêşîna 2024an de hatibû binçavkirin û paşê ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji kar hatibû dûrxistin û qeyyûm li ser şaredariyê hatibû danîn. Di heman dozeyê de ji 11 siyasetmedarên ku dihatin darizandin re ji ber sûcê endametiya rêxistinê 8 sal û 9 meh ceza hatibû birîn, ji nûçegihana DÎHAyê Hamdiye Çiftçi Öksüz re jî 6 sal û 3 meh cezayê zîndanê hatibû danîn.

Parêzerên bersûcan li dijî biryarê derketibûn û dosye biribûn dadgeha îstînafê. Di lêkolîna yekem de biryara xerakirinê ji bo tevahiya dosşeyê hatibû dan û dosye ji Dadgeha 1emîn a Ceza ya Colemêrgê re hatibû şandin; di biryara xerakirinê de hatibû diyar kirin ku axaftinên bi kurdî li gorî rêbazê nehatine wergerandin û hêmanên sûc bi awayekî berfireh nehatine destnîşankirin.

Çavkanî: Van Ekspres

İlgili haberler