Rojev

Li Çaldêrana Wanê Erdhejek bi Mezinahiya 3,5 Pileyê Hat Tomarkirin
Di 9ê Mijdarê de, li navçeya Çaldêranê ya Wanê erdhejek bi mezinahiya 3,5 pileyê û di kûrahiya 7 kîlometreyî de pêk hat.
Di 9ê Mijdarê de, di salvegera erdheja Wanê de, li navçeya Çaldêranê erdhejek bi mezinahiya 3,5 pileyê çêbû. Erdhej di saet 21.51ê ya êvarê de hat tomarkirin.
Navenda erdhejê wekî navçeya Çaldêranê ya Wanê hat diyarkirin û hat ragihandin ku erdhej di kûrahiya 7 kîlometreyî ya bin erdê de pêk hatiye.
Bûyerê bû sedema tirs û panîkek kurt.
Çavkanî: Van Olay