
Li Çaldırana Wanê ji ber berfa zêde rojekê navber dan perwerdeyê
Roja Duşemê, 23yê Mijdara 2026an, li hemû dibistanên fermî û taybet ên Çaldıranê ji ber berf û cemadê perwerde hat rawestandin.
Li navçeya Çaldırana Wanê, berfa zêde û cemada ku bandor li navçeyê kir, roja Duşemê 23yê Mijdara 2026an bandoreke neyînî li karên perwerdeyê kir. Qeymeqamiya Çaldıranê, li gorî nirxandinên Rêveberiya Meteorolojiyê ya Herêmê, biryar da ku li hemû saziyên perwerdeyê yên fermî û taybet ên navçeyê rojekê navber ji perwerdeyê re bê dayîn.
Biryar, Navenda Perwerdeya Gel, Navendên Piştevaniya Malbatê û Navendên Rehabîlîtasyonê jî digire nav xwe. Her wiha, xebatkarên dewletê yên kêmendam, yên nexweşiyên wan ên giran hene, yên ducanî û ew xebatkarên ku zarokên wan ên di navbera 0-6 salî de hene jî di heman rojê de wek murexez hatin dîtin.
Rayedaran bîr anîn ku divê welatî li dijî berf û cemada ku berdewam dike hişyar û baldar bin û diyar kirin ku pêşketin dê li gorî rewşa hewayê bêne şopandin.
Çavkanî: Vansesi Gazetesi