
Li Wanê di operasyona li 12 navçeyan de 92 gumanbar hatin girtin
Tîmên cendirmeyan li Wanê, di operasyonên li dijî çêkirin û bazirganiya madeyên hişbir de 92 gumanbar girtin.
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku di operasyonên li dijî çêkirin û bazirganiya madeyên hişbir de ku li 12 navçeyên Wanê hatin kirin, 92 gumanbar hatine girtin. Operasyon ji aliyê tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgeha Wanê ve, bi kordînasyona Serokatiya Têkoşîna li Dijî Sûcên Narkotîkê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Serdozgeriyên Komarê yên Wan û Erdîşê hatin kirin.
Hate diyarkirin ku gumanbarên hatine girtin sûcê "kirîn, qebûlkirin û xwedîkirina madeyên hişbir an jî hişyarker" kirine. Di çarçoveya operasyonê de 62 hezar hebên dermanên sentetik, 10 kîlogram skunk, 1 kîlogram metamfetamîn û bi miqdarên cûda madeyên din yên hişbir hatin desteserkerin.
Her wiha gelek amûrên birîndarker jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin dîtin. Rayedaran destnîşan kir ku xebatên têkoşîna li dijî hilberîn û bazirganiya madeyên hişbir li herêmê wê berdewam bikin.
Çavkanî: Van Ekspres