
Li Wanê hişyariya cemad û qeşayê: Banga baldarbûnê ji Şaredariya Rêya Armûşê
Şaredariya Rêya Armûşê ji ber şert û mercên cemad û qeşayê yên ku li bendê ne di demjimêrên şevê de çêbibin, bang li welatiyan kir ku baldar û tedbîr li xwe bin.
Rêveberiya Karên Karesatan a Şaredariya Rêya Armûşê (Îpekyolu), piştî barîna berfê li Wanê, li ser xetereya cemad û qeşayê ku tê payîn di demjimêrên şevê de bandorê bike, hişyarî da.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku cemad û qeşagirtin dikare bibe sedema astengiyan di çûnûhatinê de, kêmbûna mesafeya dîtinê û gelek zehmetiyan di jiyana rojane de; ji welatiyan hate xwestin ku heya ne mecbûr bin nekevin rê û neçin nava trafîkê.
Hate ragihandin ku karker û kedkarên şaredariyê jî li dijî mercên neyênî yên hewayê li ser erdê û li qadê di amadebaşiyê de ne û xebatên xwe berdewam dikin.
Çavkanî: Van Ekspres