
Li ser rêya Wan-Elbakê qezaya di navbera tir û mînîbusekê de: 9 mirî, 5 birîndar
Li ser rêya Wan-Elbakê di hewaya baranbar de tirek û mînîbuseke bi plakaya Îranê li hev dan, 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Li kîlometreya 49an a rêya Wan-Elbakê, di saetên êvarê de, ji ber baranê rê şemitok bû û tirekê kontrola xwe ji dest da û li mînîbuseke rêwiyan a bi plakaya Îranê qelibî.
Di qezayê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan; di nav van kesan de 5 jin û 4 mêr hene. 5 kesên birîndar jî bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyê û xistin bin çavdêriya bijîşkî. Gelek tîmên tenduristiyê, AFAD, agirkuj û ewlekariyê bo cihê bûyerê hatin şandin.
Waliyê Wanê Ozan Balcî, piştî lêkolînan diyar kir ku qeza ji ber baranê û şemitokbûna rê çêbûye. Balcî ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rehmet xwest û ji bo birîndaran jî şifaya lezgîn hêvî kir.
Çavkanî: Kurdistan24