
Li Wanê Xetereyên Avûhewayê Bi Zekaya Destkird Tên Nexşekirin
Zanîngeha Yüzüncü Yıl a Wanê projeyekê bi rê ve dibe ku bandorên guherîna avûhewayê li 13 navçeyan bi daneyên satalaytê û zekaya destkird analîz dike.
Fakulteya Mühendislikê ya Zanîngeha Yüzüncü Yıl a Wanê (YYÜ), bi beşdariya Doç. Dr. Murat Koca, Serpil Sevimli Deniz, Mehmet Can Taneri û Armağan Umut Alkan, projeya "Pergala Şopandina Xetereyên Avûhewayê ya Herêmî û Piştgiriya Biryaran a li ser Bingeha Daneyên Satalaytê û Zekaya Destkird" dixe di nav jiyanê de. Proje dê 13 navçeyên Wanê dabeşî qadên diyarkirî bike û daneyên avûhewa û hawîrdorê yên heyama 2015-2024an bi wêneyên satalaytê û daneyên erdnîgarî lêkolîn bike.
Di çarçoveya analîzê de, xetereyên wekî pêlên germê, zuhabûn, kêmbûna avê, lehiyê, agirê daristanan û kalîteya hewayê li ser asta navçeyan dê bibin nexşe. Di analîzên yekem de hat tespîtkirin ku di navbera salên 2015-2024an de germahiya navîn a mehên havînê 0,85 °C zêde bûye û rêjeya baranê ya salane nêzîkî 34 mm kêm bûye. Tîma lêkolînê plan dike ku ji bo encamên firehtir bi dest bixe, heyama analîzê heta sala 2000î dirêj bike.
Armanc ew e ku proje heta dawiya salê bi dawî bibe; nexşeyên xetereyê yên ku dê werin amadekirin dê bi Parêzgarî, şaredarî, Rêveberiya Çandiniyê û Daristanan, AFAD û saziyên peywendîdar re werin parvekirin. Her wiha proje dê ji beşdarên Konferansa 31mîn a Aliyên Peymana Çarçove ya Guherîna Avûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) ku li Antalyayê tê lidarxistin re jî bê nasandin.
Çavkanî: Şehrivan Gazetesi