
Ji ber barîna berfê li Çaldêran, Saray û Muradiyeya Wanê rojekê navber dan dibistanan
Berfa zor û cemedê bû sedem ku li sê navçeyên Wanê saziyên perwerdeyê rojekê bên girtin.
Li Wanê berfa ku ji saetên êvarê ve dest pê kir, bajar spî kir. Bandora berf û cemedê bû sedem ku li navçeyên Çaldêran, Saray û Muradiyeyê xebatên perwerdeyê bên rawestandin.
Qeymeqamiya Çaldêranê, li gorî nirxandinên Rêveberiya Herêmî ya Meteorolojiyê ragihand ku di 23ê Çiriya Paşîn a 2026an roja Duşemê de li hemû saziyên perwerdeyê yên fermî û taybet ên navçeyê (navenda perwerdeya gel, navendên piştevaniya malbatê û navendên rehabilitasyonê jî di nav de) dê rojekê navber bo perwerdeyê bê dan. Her wiha hat diyar kirin ku xebatkarên astengdar, yên nexweşiyên wan ên kronîk hene û xebatkarên ducanî yên di saziyên giştî de dixebitin dê di destûrê de bên hejmartin; dayikên ku zarokên wan ên 0-6 salî hene û di saziyên giştî de dixebitin jî dê bi heman awayî di destûrê de bên hejmartin.
Qeymeqamiya Muradiyeyê jî daxuyaniyeke mîna vê da û diyar kir ku ji ber berfa zor, cemed û mijê di 23ê Çiriya Paşîn roja Duşemê de li hemû dibistanan (Perwerdeya Gel, ADEM û Rehabilitasyon jî di nav de) dê rojekê navber bê dan. Hat ragihandin ku xebatkarên astengdar, yên nexweşiyên wan ên kronîk hene û yên ducanî, her wiha dayikên ku zarokên wan ên 0-6 salî hene û di saziyên giştî de dixebitin dê di destûra îdarî de bên hejmartin.
Çavkanî: Van Olay