
Tevermarkên 9 welatiyên Îranî yên ku li Wanê di qezayê de jiyana xwe jidest dabûn şandin welatê wan
Cenazeyên 9 welatiyên Îranî ku li Wanê di encama lihevdana mînîbusek û tirê de jiyana xwe jidest dabûn, piştî qedandina karên fermî ji bo Îranê hatin şandin.
Li kîlomêtra 49an a li ser rêya Wan û Qelqeliyê (Özalp), di encama lihevdana mînîbuseke rêwiyan a bi plakaya Îranê û tirê de 9 kesan jiyana xwe jidest dabû. Di nav kesên ku di qezayê de mirine de 5 jin û 4 zilam hene.
Piştî tespîtkirina nasnameyan û qedandina karên fermî, tevermarkên Zeinab Hoseinnejat, Afsane Mokhtarzade, Neda Mudri, Hadi Hoseınzadeh, Mokrali Mokhtarzade, Ali Heydernejad, Behzad Ferhengmehr (şofêr), Leilah Valıkhanlou û Khadijeh Bodaghi ji morga Navenda Bijîşkî ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yüzüncü Yıl a Wanê hatin girtin. Cîgirê Serkonsolosê Wanê Seyid Hasan Yahyavi û Konsolosê Wanê Saeid Khajavi jî di vê pêvajoyê de amade bûn.
Ji 5 kesên ku di qezayê de birîndar bibûn, 3 kes hatin derxistin û dermankirina 2 kesan jî hên berdewam dike.
Çavkanî: Vansesi Gazetesi