
Li Wanê mudaxeleya zabitayê li ser firoşkarên gerok ên Îranî yên bi vîzeya tûrîstî hatine
Li navçeya Îpekyolu ya Wanê, tîmên zabitayê rê li ber kesên Îranî yên bi vîzeya tûrîstî li kolan û cadeyan bêdestûr tiştan difirotin, girtin.
Tîmên zabitayê tespît kirin ku welatiyên Îranî yên bi vîzeya tûrîstî hatine Wanê, li kolan û cadeyan çay, şîranî, cixare û gelek tiştên din difirotin.
Kontrol li Cadeya Ordu, derdora Mizgefta Mezin û Cadeya Yuzbaşioğlu ya li Kolana Meydanê hatin kirin; dest danîn ser kelûpelên ku dihatin firotin û cezayên îdarî li kesên têkildar hatin birîn.
Di heman demê de kesên navborî hatin hişyarkirin ku careke din heman karî nekin. Midûriyeta Zabitayê ya Şaredariya Îpekyolu ragihand ku kontrolên li dijî firoşkarên gerok dê bê navber berdewam bikin.
Hat destnîşankirin ku armanca van kontrolan parastina nîzama bajêr û pêşîgirtina li pêşbaziya neheq a di navbera esnafan de ye.
Çavkanî: Şehrivan Gazetesi