
Li Wanê ji CHPê rexneyên tund li ser faturayên giran yên avê
Serokê CHPê ê Bajarê Wanê, nirxên bilind yên avê û xercên zêde yên VASKÎyê rexne kirin û daxwaza betalkirina wan kir.
Mijara ku di van mehên dawî de li Wanê welatî herî zêde jê gilî dikin faturayên giran yên avê ne. Nirxên bilind yên avê û xercên zêde yên li ser faturayan, nemaze budceya malbatên feqîr gelekî teng dikin.
Serokê CHPê ê Bajarê Wanê Seracettin Bedirhanoğlu ji rêveberiya VASKÎyê re axivî û daxwaz kir ku ev biryar ji nû ve werin nirxandin. Bedirhanoğlu got "Av mafekî girîng ê jiyanê ye, nabe bibe bazirganî" û daxwaz kir ku ev bihabûn bêne betalkirin û mexdûriyeta welatiyan bê çareserkirin.
Bedirhanoğlu destnîşan kir ku faturayên giran yên avê êdî ne tenê xerca xizmetê ne, ji bo bi hezaran welatiyan bûn barrkê giran ê aborî. Rojnameya Vansesi di nûçeya xwe ya di dîroka 10.11.2026an de cih da vê mijarê.
Çavkanî: Vansesi Gazetesi