Rojev

Li Edremita Wanê Karkerê 24 Salî Ji Baniya Avahiyê Ket û Jiyana Xwe Ji Dest Da
Li navçeya Edremitê Harun Sarıbulak ê 24 salî ji qata 7an a avahiyekê ket û tevî hemû mudaxaleyên li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Edremitê, Harun Sarıbulak ê 24 salî ku li qata 7an a avahiyekê dixebitî, ji jor ve ket û giran birîndar bû.
Li ser agahdarkirina kesên derdorê, tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Piştî mudaxaleya yekem, Sarıbulak bi ambûlansê birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê.
Tevî hemû mudaxaleyên li nexweşxaneyê hatin kirin jî, Harun Sarıbulak jiyana xwe ji dest da.
Çavkanî: Van Ekspres